الاثنين21052012

أخر تحديث فى : 05:17:10 AM غرينتش

Back Beşê kurdî Nuçeyên beşê Kurdî NUÇE Endamên YNKê yên îstifa kirîn dixwazin partiyekê dirûst bikin

Endamên YNKê yên îstifa kirîn dixwazin partiyekê dirûst bikin

Hewlêr: Her 10 endamên Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yên ku heftiya borî dest ji kar kêşana xwe pêşkêşî YNKê kirîn, dibêjin; civîna li gel Celal Talabanî ya ji bo vegerê bê encam bû. Niha ji berî her tiştî dû rê li pêşiya wan hene, ew jî yan pêwîste biçin nav partiyek din yan jî partiyekê dirûst bikin. Lê zêdetir mameleya wan li gel rêya dûwemîne.

Celal Sudkanî yek ji endamên ku îstifakiriye û derbarê senaryoyên piştî îstifakirinê ji Rûdawê re got: “Dû senaryo li ber destê me hene, yan divê partiyek siyasî dirûst bikin, ji ber em nikarin di mal de rûnin û xizmetê nekin, yan jî biçin nav partiyek din.”

Ew endam derbarê civîna ku roja 13.08.2011an li gel Celal Talabanî sazkirîn de dibêjin, ti encamek ya wê civînê nebû. Di vê derbarê de Cemal Herûtî ku yek ji 10 endamên ku 08.08.2011an dest ji kar kêşaye û ji Rûdawê re got: “Em li benda civîna li gel Talabanî bûn, me di hevdîtinê de dawî li mana xwe ya di nava rêzên YNKê de anî.” Herûtî bi bîr xist ku ji bo yekalîkirina helwesta xwe, ji ber ku “Bi dehan endam û kesayet li gel me ne, bêyî pirs û nêrîna wan em ti pêngavan navêjin. Divê em ji wan bipirsin, çi ji bo dirûstkirina tevgerekê û çi jî tevlî partiyek din bibin.” Lê di pirsa ji bo van herdu xalane ji bo wan kîjan li pêşe, Cemal Herûtî dibêje: “Dîtîn û mamele zêdetir ji bo dirûtkirina tevgerekê ye.”

Herûtî di berdewama axaftina xwe de eşkere kir ku ew rû bi rûyê YNKê nabin, lê ger YNK di ragihandinê êrişî wan bike; “Ji wan zêdetir li gel me heye.” Herwiha Hacî Mesîfî dibêje, ew ne tenê 10 endamin: “Li piraniya bajaran gelek alîgirên YNKê, ji Mesîf (Selahedîn) peywendî li gel me danîne û li gel me ne.”

Çavkaniyek ji civîna Celal Talabanî ya li gel sê nûnerên wê grûbê agehdar û nexwest navê wî bê belavkirin, ji Rûdawê re got: “Talabanî di wê civînê de mameleyek zêde kir ku ji bo wan endaman ji biryara wan poşman bike, lê ew li ser biryara xwe berdewam bûn û poşman nebûn.”

Endamê Serkirdayetiya YNKê Hemey Heme Seîd sedema îstifakirina wan 10 endamên YNKê, bo “post” vegerand û got: “Wan xwe di kongreyê de hilbijartin û derneketin, lewra aciz bûn û piştre jî îstifa kirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê; piştî îstifakirina wan 10 endaman, Tevgera Goran peywendî li gel wan daniye. Hacî Mesîfî ev yek piştrast kir û got: “Raste Tevgera Goran têkilî li gel me daniye.”

Berpirsê Tevgera Goran yê Hewlêr Sefînî Melaqere got: “Piştî ku dest ji kar berdan, me çend caran dîtin û piştgiriya helwesta wan kir. Herwiha me amadebûna xwe nîşan da ku arîkarî û piştgiriya wan bikin.”
Rudaw



إضافة تعليق


الكود الأمني
تحديث

اختيارات المحررين

غربي كردستان "كردستان سوريا"

يمتد تاريخ الكورد في سوريا الحالية إلى ما قبل التاريخ حيث الكورد هناك كانوا جزئاً من السوباريون والذين كانوا يعرفون بالهورو Huru أو الخوريون ، والعالم هورست كلينكل يقول: للمزيد