الاثنين21052012

أخر تحديث فى : 05:17:10 AM غرينتش

Back Beşê kurdî Nuçeyên beşê Kurdî NUÇE Perlemana herêmê: Serok hat guhertin, wêne jî hatin guhertin!

Perlemana herêmê: Serok hat guhertin, wêne jî hatin guhertin!

Li ser belavbûna nûçeya ku dibêje li perlemana Herêma Kurdistanê wêne hatine guhertin, serokayetiya perlemana Kurdistanê ragehand ku guhertina cihê wêneya Mela Mistefa tenê bo reçavkirina protokolî bûye

Duh piştî nîvro, serokê perlemana Kurdistanê daxuyaniyek li barê cîguhertina wêneya Mela Mistefa û wêneya Barzan û Talebanî belav kir û da zanîn ku: “Ev demeke ku gotin û baseke zor li ser cîguhertina wêneyan li ragehandn û faecbookê tê belavkirin, lê me tenê ji bo reçavkirina mesela protokolî cihê wê ew wêneyê guhert.”

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî, piştî Dr. Erselan Bayîz bû serokê perlemanê, wêneya Mela Mistefa ya li odeya pêşwazîkirinê hatibû bidarxistin, hat rakirin û li şûna wê wêneya Talebanî û Barzanî hate danîn.

Tê zanîn ku li gor peymana stratejîk ya di navbera YNK û PDK de, her du salan serokê hikûmetê û serokê perlemanê tên guhertin. Vê carê jî serokayetiya perlemanê ya YNK bû û Dr. Erselan Bayîz bû serokê perlemanê.

Xendan



إضافة تعليق


الكود الأمني
تحديث

اختيارات المحررين

غربي كردستان "كردستان سوريا"

يمتد تاريخ الكورد في سوريا الحالية إلى ما قبل التاريخ حيث الكورد هناك كانوا جزئاً من السوباريون والذين كانوا يعرفون بالهورو Huru أو الخوريون ، والعالم هورست كلينكل يقول: للمزيد