Serokê Civata Niştimaniya Kurd li Sûriyê dibêje ku ji destpêka raperînê ji 50 welatiyên Kurd zêdetir ji aliyê hêzên Rejîma Beşar el-Esed ve hatine kuştin , Abdul Hakim BasharEbdilhekîm Beşar di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re ragihand, “Niha fişareke xurt li gelên sûrî dihê kirin ji bo vemirandina şoreşa dijî Rejîma el-Esed
Navhatî xuya kir ku rojane li Sûriyê bi dehan welatiyên sivîl û xwepêşander dihêne kuştin, Kurd jî li jêr fişara wê rejîmê de ne û ji destpêka şoreşê ve ji 50 welatiyên Kurd zêdetir bi çekên hêzên rejîmê hatine kuştin û kuştin jî berdewam e.
Ji 15ê Azara sala raborî ve li bajarê Dera yê Sûriyê şoreşê dijî rejîma Beşar el-Esed dest pê kir û hemû deverên wî welatî girtiye, û ji wê demê ve ta niha dihê pêşbînîkirn hêzên wê rejîmê nêzîkî 10 hezar welatiyên sûrî kuştibin.
(AKnews)
Di raperîna Sûriyê de ji 50 Kurdan zêdetir hatine kuştin
- الأحد, 19 فبراير 2012 22:01










