الاثنين21052012

أخر تحديث فى : 05:17:10 AM غرينتش

Back Beşê kurdî Nuçeyên beşê Kurdî NUÇE Demirtaş: Dem hatiye ku yekîtiya neteweyî bê avakiri + video

Demirtaş: Dem hatiye ku yekîtiya neteweyî bê avakiri + video

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP ragehand ku piştî derbasbûna 100 salî, niha fersenda azadbûna gelê Kurd hatiye, behsa vê yekê kir ku ew li pêşeroja Kurdistanê ne reşbîn e ji ber ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi êşên hev hesiyane û hewil didin ku ji hevûdu ra bibin derman

Di merasîma 66`emîn salyada Komara Kurdistanê Hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş gotinek pêşkêş kir û got: piştî derbasbûna 100 salî, carek din deryê azadiyê li pêşiya Kurdan hatiye vekirin. Divê em weku Kurd biryarê bidin ku em di wî derî re derbas bibin yan jî divê em wî derî li pêşiya xwe bigrin. Di baweriya min de Kurdan biryara xwe daye ku di wî derî re derbas bibe, niha jî li her çar perçeyên Kurdistanê xebat li ber wî derî tê kirin

Demirtaş ev jî got: eger em ji her Kurdekî bipirsin çima heta niha Kurd gelekî bindest e? Wê bersiva wî ev be ku rênekeftina naxweyiya Kurdan e, madam em dizanin ev egera wê yekê ye, ji bo çi em peywendiyên xwe bi hev re bihêz nekin

Di dirêjahiya gotina xwe de Demirtaş got: "Ez wek Hevserokê BDP`ê ji bo pêşeroja gelê Kurd ne reşbîn im, çunkî dema îro Kurdek li Hewlêrê serê wî dêşe, Kurdên Amedê, Qamişlo, Mihabadê jî serê wan dêşe. Her weha ez di wê baweriyê de me ku gelê me li başûrê Kurdistanê jî bi êşa Kurdên li perçeyên din yên Kurdistanê dihese û hewil dide ku ji êşa wan re bibe derman

Di dawiyê de, Demirtaş cext li ser yekîtiya neteweyî kir ku dema wê hatiye Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike ku ev demeke danûstandin li vê barê tên kirin

Xendan


ArtCreative Design and Custom coding
&list=UUbhk_hVJZSzkFfmGZFxckRw&index=1&feature=plcp



إضافة تعليق


الكود الأمني
تحديث

اختيارات المحررين

غربي كردستان "كردستان سوريا"

يمتد تاريخ الكورد في سوريا الحالية إلى ما قبل التاريخ حيث الكورد هناك كانوا جزئاً من السوباريون والذين كانوا يعرفون بالهورو Huru أو الخوريون ، والعالم هورست كلينكل يقول: للمزيد