Xemgîn kurdaxî
Gu l firoşim gul firoşim
Tumê gulan ez difroşim
Werin gula naha bûşim
Hewşekî din ez nafroşim
HELBEST
« Gul firoşim»
- 06 مايو 2012
Çend Helbestên hilbijartî
- 13 أبريل 2012
Bariyê Bala
ÊDÎ BESE
Ewrên tarî , ne hurmijin, ne gurujin, î dî bese
Gul-sosina ne rencî nin, ne zêrî nin, î dî bese
Tavî , teyrok, mekin girmî n, nekin ringî n, derbazbin zû
Kurdistane birî ndare, ne êşî nin, î dî bese
Helebçe
- 21 مارس 2012
Ehmed Mustefa
Helebçe birîn e
Navê te şêrîn e
Ji bo te dilbirîn im
Li ser te digrîm
Dikim gazî û nalîn
Te bibînim
- 19 مارس 2012
şêx nezmî
Bile te bibînim
Tu li badibe li esman
Bile herin roniyên herdu çavan
Biserde bi tedim ruh u can
Ezê bibim pakrewan
Bibim hevalê şêx u qadiyê delal
Îro ji husna dilberê
- 04 مارس 2012
Melayê Cizîrî
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Ez pir di hesidim Te
- 29 فبراير 2012
Seydayê Arî
Ez pir di hesidim Te ey Şîndar
Darbesta Te di xemilandin bi Ala Kurdistan
Bi herçar Rengên sirucê ew xuyadikir li Azman
Tîrêjên rojê li ser singa Te Ronî didan
YAR TU EVÎN E
- 28 فبراير 2012
EHMED MUSTEFA
Evîn xweş e bi navê te yar ê
Çîrok a dil e navê te yar ê
lêvên şêrîn çavên reş û xemgîn
bejna bilind û nazik tu ye gula nesrin
DÎYARÎ JI BO Şehîdê kurd Dr: Şêrzad Hac Reşîd
- 13 فبراير 2012
EHMED MUSTEFA
KURD IM NAVÊ MIN HILDIN
Kurd im ser bilindim
Navê min hildin
KALBÛN
- 17 يناير 2012
Îbrahîm ŞAHİN
Dilê mın konekî şînê vegirt
Şîna mirina xwe digrim
Di zurin hestên min ê mêr
Hawar hawar
Ciwanîya min xwe daleqand
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Şûx û şengê
- 14 يناير 2012
Xemgîn Kurdaxî
Şûx û şengê şêrîn rengê
Diwîm delalê ewaz dengê
Evîn vîna vê ahengê
Awir nirîna pilingê
Îro Ji Cemala Te
- 14 يناير 2012
Melayê Cizîrî
Îro ji cemala te dilê min bi birîn e
Allah çi hebîbî çi tabîbî vîkewîne
Mislê Te, ne Âdem we ne Îbrahîm û ne Nuh
Yusuf bi Te mehbub û li Ye’qubî şîrîn e










